IHD: Tirkiye mafên girtiyan bi giranî binpê dike
K24 - Enqere
Rêxistina Mafên Mirovan derbarê şert û mercên girtîgehan û pirsgirêkên ku zindanî pê re rûbirû dimînin de raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîdeke giran li ser girtiyan heye û bang li hikûmetê hate kirin ku tecrîdê bidawî bike.
Rapor doh li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan a Enqerê ji aliyê komisyona navendî ya girtîgehan ve hat eşkerekirin. Di raporê de, hat gotin ku li girtîgehan îzolekirineke berbiçav heye, zarok û jin rûbirûyê êşkenceyê dibin, mafên girtiyan tê binpêkirin û herwiha girtî bo bajarên dûr têne sirgûnkirin.
Li gorî raporê, ji destpêka şer û pevçûnan, jin û zarok jî di nav de, 829 girtî ji bajarên Bakurê Kurdistanê bo bajarê Tirkiyê hatine sirgûnkirin, mafên wan bi awayekî giran hatiye binpêkirin, jin û zarok rûbirûyê êşkenceya fîzîkî û derûnî bûne û 212 kesan di girtîgehan de canê xwe ji dest dane.
Herwiha şert û mercên girtîgeha Îmraliyê jî di raporê de cih digire û rêxistina mafên mirovan daxwaz dike ku ew girtîgeh were girtin û tecrîta li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan û hevalên wî were rakirin.
Komeleya Mafên Mirovan di hefteya pêşiya me de ji bo pêşkeşkirina raporê wê digel Wezareta Dadê hevdîtinekê pêk bîne.