Li Tirkiyê her diçe zarok mexdûrtir dibin

Li Tirkiyê kujerên zarokan nayin ceza kirin û bi yasayên Tirkiyê her diçe zarok mexdûrtir dibin. Loma ne kujer lê zarok tên ceza kirin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê kujerên zarokan nayin ceza kirin û bi yasayên Tirkiyê her diçe zarok mexdûrtir dibin. Loma ne kujer lê zarok tên ceza kirin. Li ser van rûdanên kambax Komelaya Zarokan a Gûndemê, li Enqerê ji bo guharendina vê sîstemê konferansek saz kir.

Komelaya Zarokan a Gûndemê, li ser sûcên ku li dijî zarokan tên kirin û cezanekirina kujerên wan û herwiha  ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi piştgiriya Balyozê Hollandayê doh konferansek saz kir.

Mafên Zarokan bi awayên corbicor tên bin pê kirin û zarok tên paşguhxistin. An bi destdirejiyê re rûbirû dimînin an jî bi terora dewletê.

Berpisyara Komeleya Zarokan a Gûndemê Ezgi Koman balkişande ser bê cezakirinê û got: “Bi taybetî neheqiyên ku ji aliyê dewletê ve pêk tên, di heman demê de jî ji aliyê dewletê ve wekî ku ne sucdar e tê parastin. Herî zêde sûcên ku bi destê hêzên dewletê pêk tên nayên ceza kirin.”

Akademisyênê Zanîngeha Enqerê Doçentê Cîgir Dr. Kerem Altınparmak diyar kir ku bê cezakirin zêdetir ji aliyê dewletên ku desthilatdar in ve pêk tê û wiha axifî: “Dewlet, yaseyê li gorî xwe rewa dikin. Dewlet, li dijî zarokên rojava û  zarokên rojhilat wekhev tevnager e ango mijar zarokên Kurd bin û ger mijar sîyasî be, wê demê dadgehên Tirkiyê zarokan sûcdar dikin.“

Li Bakurê Kurdistanê ji 7 Hezîranê heta niha di qada aloziyê de bi êrîşa hêzên ewlehiyê 45 zarok hatine kuştin û 57 zarok jî birîndar bûne. Parezêrê Baroya Cizîrê Rojhat Dîlsîz jî balkişande ser kuştin û serîlêdanên xwe yên navneteweyî yên derbarê zarokan de û got: “Serîledanên me yên mekanîzmayên hem neteweyî hem navneteweyî mixabin vala derdikevin. Ji ber ku encam ji serîlêdanên me dernakeve wekî mînak doh li Cizîrê zarokek ji aliyê hêzên ewlehiya dewletê ve hat kuştin.”

Di konfereansê de ji bo çareseriyê rêya Xerîteya Stratejik hate pêşniyar kirin. Bi vê yekê, mafên ku hatine binpêkirin û nehatine cezakirin, wekî nexşe di xerîtayê de têne destnîşan kirin.