Amerîka kontrolkirina firokexaneya Rimêlan red dike

Bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê ser bi parêzgeha Hesekê ye, ew navçe jî bi berhemên petrolê zengîn e û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêve birin.

K24 - Rimêlan

Amerîkayê ew nûçeyên behsa wê yekê dikirin ku qaşo firokxaneya bajarokê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê kontrol kirye û amadekariyê xwe dike daku bike navendeke leşkerî red kir.

Berî niha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kirbû û tê de gotibû ku firokxaneya gundê Rimêlan Paşa yê ser bi bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê ji firokeyên leşkerî yên Amerîkayê re piştî çaksaziyê, amade ye.

Derbarê vê mijarê de berpirsekî Amerîkayê bo kanala Foxnews ew nûçe redkir û da zanî ku ti nêta welatê wî bo kontrolkirina firokxaneya bajarokê Rimêlan a li parêzgeha Hesekê nîne. Herwiha eşkere kir ku ew nûçeyên li ser malperên Facebookê belav bûne tenê gotegot in.

Bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê ser bi parêzgeha Hesekê ye, ew navçe jî bi berhemên petrolê zengîn e û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêve birin.