"Rojnamevan di bin gefa kuştinê de kar dikin"

Serokê TGCê Turgay Olcayto, got ku li Bakûrê Kurdistanê rojnamevanî her tim karekî zehmet bûye, lê niha rewşa şer heye û ew zextên li ser rojnamevanan û zehmetiyên dikşînin zêdetir bûne.

K24 – Diyabekir

Şanda ji Serokê Cemiyeta Rojnamevanan ya Tirkiyeyê TGCê Turgay Olcayto, Serokê Sendîqaya  Rojnamevanên Tirkiyeyê Uğur Guç û rêvebirên sendîqayên kedkarên çapameniyê pêkhatî, li Diyarbekirê, ji aliyê rêvebirê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê GGCê Xetîce Kamer û Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad OGCê Haki Boltan ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînê de, Serokê TGCê Turgay Olcayto, balkişand ku li Bakûrê Kurdistanê rojnamevanî her tim karekî zehmet bûye, lê niha rewşa şer heye û ew zextên li ser rojnamevanan û zehmetiyên dikşînin zêdetir bûne. Olcaytoy, balkişand ku wî çavdêrî kiriye ku kolanên bajarekî  kevin û dîrokî yê wek Diyarbekir, piştî demjimêr 5ê êvarê  vala dibe û ev tiştî wî matmayî kiriye.

Serokê TGCê Turgay Olcaytoy got: “Ji hemû hevdîtininan tiştên ku em dibihîsin mixabin agahiyên dilêşiyê ne, di vegerê de emê wan agahiyan him li rêvebiriyên saziyên xwe û him jî ji bo raya giştî ragihînin.”

Serokê Sendîkaya Rojnamevanan TGSê Ugur Guç jî, balkişand ku li heremê jiyana rojnamevanan di bin gefê de ye û di bin gefxwarin û pêkutiyan de karê rojnamevanî tê kirin û ewlehiya rojnamevanan jî di bin berpirsyariya hikûmet û dewletê de ye.

Guç jî got jî: “Em dixwazin hevkariya xwe ji bo we rojnamevanên li heremê kar dikin ragihînin. Rewşeke xeter li Tirkiyeyê pêktê û rojnamevan tên gulebaran kirin, çek didin serê wan, wek terorîst tên ragihandin û tên desteser kirin. Divê em rojnamevan piştgiriya hev bikin.”

Rêvebira  GGCê Xetice Kamer jî ragihand ku rojnamevanên li heremê bê xwedî û tenê tên hiştin. Ji ber vê yekê jî serdan û piştgiriya şanda rojnamevanan girîng nirxand.

Kamer got jî: “Em rojnamevanên li heremê, me tu perwerdehiya rewşên şer neditiye, lê ji ber rewşa pratîk a şer em mecbûr mane ku bi rola rojnamevanên şer kar bikin.”

Şandê ragihand ku ewê piştgirî û hevkariyên xwe bidomînin û saziyên rojnamevanan yên navdewletî jî dixwazin Qask û êlekê pola bişînin bo rojnamevanên heremê.

Di 8 mehên dawî de, li Tirkiyeyê 33 rojnamevan hatine girtin, li Farqîna Navçeya Diyarbekirê polêsekî çek dabû serê rojnamevanekî, bi dehan rojnamevan hatine desteser kirin û destwerdanên neyînî re rûberû mane, herî dawî jî, li Cizîrê rojnamevanekî di gulebaran kirinê de birîndar bûbû û tê xwestin wî desteser bikin.