Li Tirkiyê herî zêde welatiyên Iraqê xanî kirîne

Li gor rapora Saziya Amaran a Tirkiyê, di sala 2015an de li welêt 1 milyon û 289 hezar avahî hatine firotin. Di nav welatiyên biyanî de jî herî zêde welatiyên Iraqî li Tirkiyê avahî kirîne.

K24 - Stenbol

Li gor rapora Saziya Amaran a Tirkiyê, di sala 2015an de li welêt 1 milyon û 289 hezar avahî hatine firotin. Di nav welatiyên biyanî de jî herî zêde welatiyên Iraqî li Tirkiyê avahî kirîne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di dîroka komarê de herî zêde xanî di sala 2015an de hatine firotin. Saziya Amaran a Tirkiyê da zanîn ku firotina avahiyan li gor sala 2014an di 2015an de ji sedî 10,6 zêde bûye û 1 milyon û 289 hezar û 320 xanî hatine kirîn.

Li 3 bajarên ku zêdetir avahî hatine kirîn wiha ne: Li Stenbolê 239 hezar û 767 avahî, li Enqerê 146 hezar û 537 avahî, li Îzmîrê 77 hezar û 796 avahî hatine firotin. Li nav bajaran herî kêm li Colemêrgê xanî hatine firotin. Li bajêr di salekê de 139 avahî hatine firotin.

Firotina xaniyan bo welatiyên biyanî di sala 2015an de bi qasî ji sedî 20,4 zêde bûye. Welatiyên Iraqî ku di rêza yekem de cih digirin ji Tirkiyê di nav mehekê de 512 xanî kirîne.

Bo welatiyên Erebîstana Siudiyê 258 avahî, bo welatiyên Kuwêtê jî 209 avahî hatine firotin. Kesên biyanî, ji bo avahiyan herî zêde Stenbolê pêşniyar dikin. Tê dîtin ku welatiyên Rojhilata Navîn û Ereb bo kirîna xaniyan berê xwe didin Tirkiyê. Welatiyên Rûsî, piştî aloziya balafirê ya navbera Tirkiyê û welatê wan ji Tirkiyê 150 xanî kirîne.