Heta niha hejmara gorên bikom li Şingalê nediyar e

Di Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê komkujî li hember Kurdên Êzdî li Şingalêû derdora wê kirin, lê Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Mijdara 2015an de ew bajar rizgar kirin.
kurdistan24.net

K24 - Hewlêr

Heta niha hejmara gorên bikom li Şingal û derdora wê nehatiye zanîn, lê li gor zaniyariyên Wezareta Karûbarên Enfal û Şehîdan (16-17) gor hene.

Derbarê hejmara gorên bikom de, Wezîrê Karûbarên Enfal û Şehîdan ê Herêma Kurdistanê berî niha ragihandibû ku kirîza darayî rê li ber pêngavên lêkolînên wan ên derbarê dîtina wan goran de digre, loma daxwaz ji welatî û hêzên Pêşmerge kiribû ku wan goran biparêzin.