PDK û YNKê dê mûçeyên fermanberan peyda bikin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), hewl didin ku ji aboriya xwe, alîkariya hikûmeyê di pirsa peydakirina mûçeyan de bikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), hewl didin ku ji aboriya xwe, alîkariya hikûmeyê di pirsa peydakirina mûçeyan de bikin.

Li gor zanyariyên dawî,  piştî bidawîbûna civîna di navbera PDK û YNKê de, amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku PDK û NYKê hewl bidin ku, bi rêya darayîya partiyan û cibicîkirina sîstema nanavendiya parêzgehan, alîkariya Hikûmeta Herêma Kuristanê bikin, bo peydakirina mûçeyên karmendan.

Herwiha gotegotek heye, ku PDK û YNKê li ser nenavendiya parêzgehan rêkeftine ku, beşekê ji sermiyana partiyên xwe bi parêzgehan bidin.

Hat zanîn ku, ew bangewazî jî ku bi awayekî demkî be, bo derfet ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hebe, ku karibe bernameya çaksazî ya xwe cibicî bike û di heman demê de karibe dahtiya petrolê ya çend mehan kom bike.

Herwiha amaje bi wê yekê jî tê kirin, ku Îran jî dê di warê aborî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike, ew jî bi rêya vekirina çend xalên din yên sînorî bo bazirganiyê.