Kobanê: Çîroka berxwedanê

Di 15ê Îlona sala 2014an de DAIŞê bi çekên giran ji sê aliyan ve êrîşî gund û bajarê Kobanê kir û di heyama 4 rojan de ji warên xwe derketin û koçberî Bakur û Başûrê Kurdistanê bûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan 

Di 15ê Îlona sala 2014an de DAIŞê bi çekên giran ji sê aliyan ve êrîşî gund û bajarê Kobanê kir û di heyama 4 rojan de ji warên xwe derketin û koçberî Bakur û Başûrê Kurdistanê bûn.

Ji ber ku bajarê Kobanê ji sedî 80 ketibû destê DAIŞê û xelkê Kobanê dest bi pêla koçberiyê kirin, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî biryara çûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo berevaniya li Kobanî da.

Roja 26ê Çileya sala 2015an Kobanî hat rêzgarkirin. herwiha Piştî 6 mehan ji şer û çûna 4 kerwanên hêzên Pêşmerge bi awayekî berdewam bi hevahengiya YPG û firokeyên hevpeymanan û beşek ji Artêşa Azad a Sûriyê, bi sedan çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin û ji herêmê derkirin.

Hêzên Pêşmerge di 28ê Nîsana sala 2015dan soza xwe pêkanîn û vegeriyan Başûrê Kurdistanê.