“Heger Kurd beşdarî Cenêv3 nebe, dê ti encamên baş dernekevin”

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê radigehîne, heger di heyama 24 demjimêrên pêş de, şandeke taybet bi Kurd beşdarî Cenêv3 nebe, dê ti encamên baş dernekevin.

K24 – Qamişlo

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê radigehîne, heger di heyama 24 demjimêrên pêş de, şandeke taybet bi Kurd beşdarî Cenêv3 nebe, dê ti encamên baş dernekevin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji K24ê re ragehand ku, heger di heyama 24 demjimêrên pêş de, şandeke taybet bi Kurd beşdarî Cenêv3 nebe, wê ti encamên baş di danûstandinan de li ser astê Kurdî dernekevin.

Gedo amaje bi wê yekê kir jî, ku miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê wê pabendiyê bi biryarên ku ji civîna Cenêv3 derkevin, nekin. 

Civîna Cenêvê3 taybet e bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, dê tê de şandeyek ji opozîsyon û rejîma Sûriyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, danûtsandinan bikin.

Duh Sekretera Taybet ya Nûnerê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehand ku, De Mistura vexwandinên taybet bi beşdariya di Cenêv3 de birê kiribûn. Hevserokê PYDê Salih Mislim jî nehatiye xexwandin.