Erdogan “bi merc” ligel Leyla Zana dicive

Leyla Zana derbarê rewşa aloz ya Bakurê Kurdistanê de xwestibû ligel serokomarê Tirkiyê bicive.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê derabarê daxwaza hevdîtinê ya Leyla Zana de, mercek diyar kir.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana, beriya niha daxwaza sazkirina civînekê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, kiribû.

Roja 22ê Çile jî, nivîskara rojnameya Sabahê, Hîlal Kaplanê ragihandibû ku Erdogan derbarê daxwaza Zanayê de eşkere kir ku ew dê bi Zanayê re bicive.

Lê Erdogan îro nêrînek din derbarê mijarê de anî ziman û got: “Heta ku (Leyla Zana) li parlamentoyê sonda xwe nexwe, ev hevdîtin çênabe.”

Êvara roja, 17 Mijdarê, di dema ku Leyla Zana cû ser dikê bi mebesta sondxwarinê di Parlamentoya Tirkiyê de bi zimanê Kurdî got: “Bi hêviya aştiyê.”  piştre sond bi zimanê Tirkî xwend, lê gotinek di deqê sondxwarinê de guhert û li şûna (Gelê Tirk yê Mezin) gotibû: “Gelê Tirkiya yê mezin.”