Li Sûra Diyarbekirê 38 hotêl hatine girtin

Karsaz û xwediyên hotêlên Diyarbekirê, dibêjin ku ragihandina qedexeyan û vedana çeperan bûne egera têkçûna navenda bazirganiya Diyarbekirê.
kurdistan24.net

K24  – Diyarbekir

Ji ber şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, tenê li Sûra navçeya Diyarbekir 38 hotêl û 2 hezar kargeh hatine girtin. Karsaz û xwediyên hotêlên Diyarbekirê, dibêjin ku ragihandina qedexeyan û vedana çeperan bûne egera têkçûna navenda bazirganiya Diyarbekirê.

Sûra navçeya Dîyarbekîrê, nêzîka 2 meh dibe, qedexeya derketîna derve û şer û berdewam in. Jî navçeyê bi deh hezaran kes koçber bûne, 2 hezar kargeh hatine girtin û ji 10 hezarî zêdetir kes bê kar man e. Li navçeya ku wek dilê bazirganiya Diyarbekir tê pênase kirin, yek ji wan 5 stêrk, 2 ji wan 4 stêrk bi tevahî 38 hotêl hatine girtin.

Karsaz Şahîsmaîl Bedirxanoglû ku xwediyê Lîluz Hotêla 4 stêrk e, niha ji ber qedexeya li navçeya Sûrê girtiye. Bedirxanoglû ji Kurdistan24ê re got ku ew neçar maye 63 karmendên xwe jî, ji kar derbixe û ew bi xwe jî ketiye bin deynan: "Bi taybetî sîyaseta xendek û berbestan û ragihandina qedexeya derketina kolanan li ser turîzma Sûrê bandoreke neyînî çêkir. Sûr navenda bazirganiya bajêr bû, niha bazirganî bi temamî li vir sekiniye."

Di destpêka ragihandina qedexeya li navçeyê, hotêlên li derveyî Sûrê, demeke kurt neketin bin bandoreke wiha zîde, lê piştî demekî, ew bandor jî berovajî bûye.

Rêvebirê Hotêla Malabadî Huseyîn Bayram, ku di sala 2003an de, dest bi xizmetê kiriye, da zanîn ku ew çaverêbûn hêjmara geştyaran li bajêr zêdetir bibe, lê bi destpê kirina şer û aloziyan, hatin-çûna heyî jî nema ye: "Sûr û deriyê çiyê bazar e. Ji sedî 90ê hotêlan li Dîyarbekirê li wê heremê ne yanî li Sûr û derdora wê ne. Ji ber wê yeke me piştî hilbijartinê bandoreke erênî jê dît lê vî şerê dîrêj bandoreke neyênî li me kir."

Sûra Diyarbekir, ji Diyarbekira kevnare pêktê û bi her teşeya xwe berhemên dîrokî dihewîne, bi hewldanên Parêzgarî û Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, navçe di sala 2015an de, wek mîrateya dîrokî ya cîhanê hatibû pejirandin û ketibû bin garantiya UNESCOyê. Piştî wê biryarê jî, hêviya ku turîzm bibe çavkaniyeke aborî li vî bajarî peyda bûbû.