Wêneyên birîndarên Cizîrê hatin belavkirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemîna malekê de zêdeyî 20 kesan asê mabûn. Ew kes birîndar û sivîl in û heta niha 6 kesan canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemîna malekê de zêdeyî 20 kesan asê mabûn. Ew kes birîndar û sivîl in û heta niha 6 kesan canê xwe ji dest dane. Wêneyên wan kesan cara yekem hatin belavkirin.

Di wêneyan de ku DIHAyê kişandine tê dîtin ku ji birîndaran kesên ku cane xwe ji dest dane li betaniyan hatine pêçan û li odeyekê tên rawestandin.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek û got: "Ji 31 kesan 6an canê xwe ji dest dane. Ji 25 kesên din jî 16 kes birîndar in."

Sariyildiz navê wan birîndaran jî parve kir: Mahmut Yavuzel, Feride Yildiz, Ferhat Saltikat, Ali Firat Kalkan, Mustafa VArtiyak, Tahir Çiçek Ridvan Ekinci, Dersim Aksay, İslam Balikesir, Serdar Pişkin, Ferhat Karaduman, Sultan Irmak, Sercan Uğur, Rohat Aktaş, Fehmi Dinç.

Navên 9 kesên din jî wisa ne: Hacer Aslan, Gülistan Üstün, Sakine Şiray, Berjin Demirkaya, Ramazan İşçi, Mahmut Duymak, Kasım Yana, Osman Gökhan, İzzet Gündüz.

Li taxa Cudiyê  roja şemiyê ji ber guleyên tank û topan 28 kes birîndar bûbûn û ketibûn jêrzemîna malekê. Ji roja şemiyê ve li benda ambûlansê ne. Piştî xebatên dûr û dirêj ambulans ji bo birîndaran bibin nexweşxaneyê ketibûn rê lê hêzên ewlekariyê rê li ber ambûlansan girtibûn. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan înkara vê yekê kir û got: "Ev hemû derew in. Dibe ku nebirîndar bin jî."