Hevseroka DBPê dest ji siyasetê berda

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna dest ji kar kişand. Emîne Ayna got, êdî ti baweriya wê bi siyasetê nemaye ku tiştekî çareser bike.

K24 – Diyarbekir

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna dest ji kar kişand. Emîne Ayna got, êdî ti baweriya wê bi siyasetê nemaye ku tiştekî çareser bike.

Emîne Ayna sedema destjikarkişandina xwe wek, operasyon, şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê û helwesta Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya li hemberî Kurdan nîşan da.

Hevseroka DBPê Emîne Ayna derbarê destjêberdana siyasetê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: "Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê di serî de Erdogan û Hikûmeta AKPê beramberî pergala antîdemokratîk îradeya Kurdan a ji sandoqê derket nasnekir û dubare daxwaza hilbijartinê kir. Ev biryara AKPê milîtarîst bû û siyaseta sivîl by-pass kir."

Ayna, behsa pêvajoya çareseriyê jî kir ragihand ku dewlet di neçareserkirina pirsa Kurdî de pêdagiriyê dike û wiha axifî; "Hinek endamên partiya me hatin kuştin û hinek ji wan jî hatin girtin. Li dijî vê helwêstê nerazîbûnên DBPê têne terorîzekirin."

Emîne Ayna, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî rexne kir û wiha got: "Serokkomar dibêje guhdariya rêziknameyê nekin. Bi vê gotinê bi awayekî eşkere destûra bêhiquqiyê dide."

Emîne Ayna wiha dibêje: "Her roj dibêjin, yek netew, yek ziman. Bi van gotinan nasname û zimanê gelê Kurd red dikin. êşkenceyê li sax û miriyên Kurdan dikin.  Ez êdî bawer nakim bi kesên ku mal û gorên me xira dikin re çareseriyeke siyasî çêbibe. Ji ber vê yekê ez ji siyasetê vedikişim. Ev biryara min a şexsî ye."