Kadroyeke ragihandina YPGê şehîd bû

Arîn Cudî di sala 2013an de tevlî YPGê bibû

K24- Hesekê

Kadroyeke Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Hesekê şehîd bû.

Peyamnêrê K24 li Hesekê diyar kir ku, kadroya Navenda Ragihandina YPGê, Arîn Cudî ji encama teqîna mayînekê ku çekdarên DAIŞê li Îskenderun ê girêdayî Holê çandibû, şehîd bûye.

Derbarê mijarê de, Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek belav kir û wiha da zanîn: “Di 31’ê Çile saet di 20.00’an de ji encama teqîna mayîna ku çeteyên DAIŞ’ê li nêzîkî gundê Îskenderun ê girêdayî Holê bi cih kiribûn de, endama Ragihandina YPG’ê, hevala me Arîn Cudî gihîşt şehadetê û hevalekî me yê din jî birîndar bû.”

Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, Arîn , ku navê wê yê rastî Ahîn Fayiq Ibrahîm e, sala 1996an li Tirbespiyê jidayik bûye û di sala 2013an de tevlî YPGê bûye.