Li Kerkûkê “emîrekî DAIŞê” hat girtin

Ew “emîrê DAIŞê” berpirsê çendîn teqînan bû li Kerkûkê.

K24- Kerkûk

Li bajarê Kerkûkê “emîrekî DAIŞê” hat girtin, ku destê wî di encamdana çend teqînan de hebû.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê, Serhed Qadir taybet ji K24 re ragihand ku, di kampaniyeyeke geran û pişiknînê de, wan karî wî “emîrekî DAIŞê”, bêyî ku navê wî aşkere bike, bigrin.

Serhed Qadir anî ziman ku, destê wî “emîrê DAIŞê”  di gelek teqînên li nava bajêr de hebû, bi taybetî teqînên li nahiyeya Multeqa ya başûrê bajarê Kerkûkê.

Herwiha, beriya niha fermaneke dadgehên bi girtin wî “emîrê DAIŞê” li gor madeya 4 a terorê hatibû derkirin.