Ji bo destûra bingehîn a nû “Komisyona Lihevkirinê”

Li Enqerê ji aliyê saziya lêkolînê (SETA)yê ve derbarê guhertina Destûra Bingehîn de panelek hat lidarxistin.

K24 - Enqere

Li Enqerê ji aliyê saziya lêkolînê (SETA)yê  ve derbarê guhertina Destûra Bingehîn de panelek hat lidarxistin. Di panelê de pêwistiya guhertina destûrê hate nîqaşkirin. 

Piştî hilbijartinên 1 Mîjdara 2015an de  guhertinan destûra bingehîn û pergala serokatiyê kete rojeva Tirkiyê. Li parlamentoyê ji bo guhertina destûrê di serokatiya Serokê Parlamentoyê İsmail Kahraman de, Komîsyona lihevkirinê hat damezrandin. Partiyên muxalefetê jî di komisyonê de cih girtin. 

Di panela ku Saziya Lêkolînkirinê SETAyê birêve çû de, ev komîsyonê hate nirxandin.

Serokê Komîsyona lihevkirinê û hiqûqnas Ahmet Îyimaya li ser normên navneteweyî yê destûrê axivî û ji ber direjkirina çêkirina destûra, partiyên muxalefetê sûcdar kir û pêwîstiya destûra nû di warê mafên mirovan û pergala serokatiyê anî ziman. Îyîmaya got; “divê li Tirkiyê pergala serokatiyê bê çêkirin. Ji ber ku li Tirkiyê kêşaya meşrûtiyetê heye. Divê ew di demek kurt de bê çareserkirin.”

Cîgirê Serokê Lijneya Bilind ya Perwerdehiya Tirkiyê û hiqûqnas Prof. Dr. Yavuz Atar balkişand ser helwesta partiyên muxalefetê û helwesta HDPê û CHPê rexne kir û giringiya pergala seroktiyê bilêv kir û da zanîn ku MHP û CHP naxwazin li ser pergala serokatiyê niqaşan bikin.