Opozîsyona Sûriyê “rokêtên” nû pîşan dide

Li gor Ceyş el-Islam, ew rokêt arasteyî berava Sûriyê hatiye kirin.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Grûpek ji opozîsyona Sûriyê ya çekdar rokêtek nû pîşan dide.

Grûpa Ceyş el-Islam ku yek ji bihêztirîn grûpên opozîsyona Sûriyê ya çekdar e, di dîmeneke vîdyoyî de dema avêtina rokêtekê pîşan dide.

Di vîdyoyê de tê gotin ku, ew rokêt bi navê “Islam5” e û dê pêgehên rejîma Sûriyê li Şamê û berava Sûriyê armanc bikin.

Kesê ku di dîmena vîdeyoyî de diaxife dibêje “rokêt arasteyî pêgehên rejîmê li berava Sûriyê hatiye kirin.”

Ji aliyê xwe ve, ajansa Anadolê belav kir ku, grûpên opozîsyona Sûriyê ya lîberal, civîneke fermandeyên Rûsî û Sûrî li parêzgeha Laziqiye (berava Sûriyê) bi rokêtan aramnc kirin.

Li gor nûçeyê, di wê êrîşê de 15 leşker, di nav wan de 4 fermandeyên Rûsî û 4 fermandeyên Sûrî hatine kuştin.