Li Serêkaniyê mayîneke DAIŞê teqiya: Zarokek bû qurbanî

Zarokê 10 sale li cihê ku mayîn lê teqiyaye, dilîst.

K24- Serêkaniyê

Li gund û warên Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, mayîneke DAIŞê teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24 li Serêkaniyê diyar kir ku, mayîn li gundê Dehmaa teqiya ye, zarokekî temen 10 salî jî bûye qurbanî.

Ew zarokê 10 salî li nêzîk cihê mayîna ku çekdarên DAIŞê li pey xwe hiştine, dilîst.

Li gor ku xelkên gundê Dehmaa ji peyamnêrê me re diyar kirine, rêxistina DAIŞê hejmarek zêde ji mayînan li tevahiya gund û warên rojavayê Serêkaniyê çandiye û rojane welatiyên deverê rastî gefa kuştinê tên.

Heta niha jî tu tîmek pispor ku taybet be bi pûçkirin û hilkirina mayînan li Rojavayê Kurdistana nahatiyê pêkanîn.