Davutoglu dê di televîzyonên kurdî de bangî kurdan bike

Di çarçoveya masterplana Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu de, ji bilî projeyên derbarê jinûvavakirina navçeyên ji ber pevçûnan hilweşiyane hurgiliyên nû derketin holê. Hat ragihandin ku Davutoglu wê di televîzyonên kurdî de bangî kurdan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û nûnerê Rojnameya Yenîşafakê yê Enqerê Abdulkadîr Selvî di kunçiknivîsa xwe ya îro de derbarê masterplana Davutoglu de hûrgiliyên nû aşkere kirin.

Selvî ragehand ku, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di weşana Kurdistan24, Rudaw û ya TRTKurdî ya hevpar de wê bangî gelê Kurd bike.

Her wiha di nivîsa Selvî  de li ser cihê PKKê yê di nava proseseke nû jî gotinek balkêş avête holê. Li gor gotinên Selvî, di encama civînên digel rispîyên Kurdan wê muxatabên nû bên eşkerekirin, lê belê rola PKK û HDPê jî wê berdewam bibe.