Sê leşkerên Brîtanyayê li Iraqê birîndar dibin

Sê leşkerên Hêzên Taybet yên Brîtanyayê li Iraqê di pevçûnên bi DAIŞê re, birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê leşkerên Hêzên Taybet yên Brîtanyayê li Iraqê di pevçûnên bi DAIŞê re, birîndar bûn.

Rojnameya “Mirror” ya Brîtanî, îro ragihand ku, sê leşkerên Hêzên Taybet ji yekîneyên (SAS û SBS) yên Brîtanyayê li Iraqê, di pevçûnên bi DAIŞê re, birîndar bûn.

Rojnameyê diyar kir ku, leşkerên Brîtanyayê di nava hêzeke hevalbend de, ku ji 25 endaman pêk dihat, beşdarî operesyonekê li bakurê Iraqê dibûn. Ji aliyê 30 çekdarên DAIŞê bi otombêlên ji cura “Humvee” yên ji Artêşa Iraqê dizîbûn, hatin armanckirin. Di encamê de jî sê leşkerên Hêzên Taybet yên Brîtanî birîndar bûn.

Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê, derbarê operesyonên taybet li Iraqê, ti daxuyanî belav nekir.

Brîtanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de, beşdarî êrîşên esmanî li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê dibe. Herwiha beşdarî perwerdeya Artêşa Iraqê jî dike.