Twitter 125 hezar “rûpelên terorî” reş dike

Beriya niha Amerîka û çend welatên din ew daxwaz jê kiribûn.

K24- Navenda Nûçeyan

Tora Civakî ya Twitterê, 125 hezar rûpelên terorî reş kirine.

Twitterê di daxuyaniya xwe de ragihandniye ku, di nîvê duyem ji sala 2015an de, wan 125 hezar rûpelên terorî reş kiriye.

Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, wan rûpelan babetên girêdayî gef û terorê belav dikirin.

Beriya niha Amerîka û çend welatên din daxwaz ji rêveberiya Twittrerê kiribûn ku, sînorekî danin ji propagandaya ku grûpên terorî li ser wê tora civakî dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, praniya wan rûpelan ji aliyên DAIŞê ve dihatin bikaranîn.