Sûriyê huşyariyê dide welatên Kendava Erebî

Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje, her dagîrkerek pêl xaka Sûriyê bike, dê di darbestê de vegere. Wek nîşanekê ji welatên Kendava Erebî re, derbarê şandina hêzeke bejayî ji Sûriyê re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje, her dagîrkerek pêl xaka Sûriyê bike, dê di darbestê de vegere. Wek nîşanekê ji welatên Kendava Erebî re, derbarê şandina hêzeke bejayî ji Sûriyê re.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Moelim di konfiranseke rojnamevaniyê de got: “Her destêwerdaneke bejayî ji xaka Sûriyê re bê rêdana hikûmetê, dagîrkirin e. berxwedana dagîrkirinê jî erkê her welatiyekî Sûrî ye. Em tekez dikin, her dagîrkerek dê di darbestê de vegere welatê xwe.”

Eerbistana Siudiyê û Behrên ragihandibûn ku, ew amade ne, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de, hêzên leşkerî yên bijayî bişînin Sûriyê, bo şerê DAIŞê bikin.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter pêşwazî li pêşniyara Siudiyê kir û got: “Zêdekirina çalakiyên welatên beşdar di hevpeymaniyê de, dê ji Amerîka re alîkar be ku DAIŞ were jinavbirin.”  

Moelim amaje kir, ew tenê gotin in û ne her tiştek hat gotin cibicî dibe. Lê vegerî û got jî: “Şîvek bi serperiştiya Amerîkayê tê amadekirin, li pêş dînbûna serkirdeyatiya Siudiyê tiştekî dûr nîne.”