Merkel bo pirsgirêka penaberan serdana Tirkiyê dike

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel sibe bi mebesta pirsgirêka penaberan û krîza Suriyê û pêwendiya Tirkiye û Ewropayê, serdana Tirkiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel sibe bi mebesta pirsgirêka penaberan û krîza Suriyê û pêwendiya Tirkiye û Ewropayê, serdana Tirkiyê dike.

Berdevkê hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert ragihand ku, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merekel dê sibe 8 Reşmehê, serdana Tirkiyê bike û bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re bicive.

Sebiert diyar kir ku, Merkel û Davutoglu di hevdîtinên xwe yên li Londonê de gihiştibûn rêkeftinê, ku pêvajoyeke danûstandinê bidin destpêkirin. Ev serdan jî di çarçoveya wê rêkeftinê de pêk tê.

Rojeva sereke ya hevdîtina Merkel û Davutoglu pêwendiya Tirkiye û Ewropayê ye. Herwiha ewên li ser pirsgirêka penaberan û krîza Suriyê jî rawestin.