Mesrûr Barzanî: Dê encama referandûmê yekalîker be

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez kir ku, divê referandûm sedema yekrêziya nav mala Kurd be.

K24- Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, referandûm baştirîn rê ye bo naskirina nêrîna xelê derbarê mafê çarenivîsaz de.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ligel govara Gulan derbarê pirsa encamdana referandûmê de axifî.

Mesrûr Barzanî got jî: “Tiştekî sosret e ku hin kes dibêjin niha dem ne gunca ye bo rerferandûmê, çawa dem ne gunca ye bo xelik bêjin bê çi divin? Encama referandûmê dibe baştirîn belgeh bo diyarkirina xwesteka xelkên Kurdistanê, ev biryarek yekalîker û piralî ye, serkirdayetî jî dê pêbendî biryara xelkê be.”

Barzanî bi girîng jî zanî ku, referandûm bibe sedema yekrêziya nav mala Kurd û wiha pêde çû: “Divê destkeftên niştimanî bo hemû aliyekî bin, divê hemû aliyên siyasî girîngiyeke zêdetir bi berjewendiya bilind a niştimanî bidin û tenê bîr li milmilaneya siyasî û berferehkirina pêgeha xwe nekin.”

Di beseşkî din ê hevpeyvînê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez kir ku “serxwebûn mafekî rewa yê gelê me ye û kes wî mafî nade me, lêbelê ji me hatiye standin û pêwîste her derfetek ji mer peyda bibe, em wî mafî bikar bînin.”

Mesrûr Barzanî balkişanse ser guhertina helwesta navdewletî beramber gelê Kurd de û wiha got: “niha gelek welatên dunyayê li wê yekê mikur hatine ku sitem û xedreke dîrokî li xelkên Kurdistanê hatiye kirin û wek hemû gelên cîhanê, mafê wan  heye ku çarenivîsa xwe diyar bikin..”

Li ser krîza darayî ya Herêma Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî amaje kir ku: “Girîng e sîstemeke abûrî ya bihêz li ser bingehek  zanistî were duristkirin û ne tenê xelik agahdar bin, lê belê divê têde beşdar jî bin.”

Barzanî balkişade ser pêşhatên dawî yên eniyên şer û wiha afixî: “Bandora operasyonên hevbeş li ser têkşikandin a dijmin heye, lê ji wê girîngtir amaje ye bi şiyan a hêzên taybet ên me, mîna Dijeterorê ku di asteke gelek bilind de.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir jî ku di hemû peywendiyên li gel hevpeymnan de, behsa pêdiviyên çekan û lojestîk û alîkarî ya Pêşmeregeyan kirîne û wiha berdewam kir: “Niha pêdiviya herî serekî ya Pêşmergeyan bi mûçeyê heye. Nebûna budceyê cihê mixabiniyê ye.”

Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de, Barzanî got: “Pêwîst e berpirsên Bexdayê ji wê yekê têbigêjin ku eger nikarin Kurdan wek hevbeş û wekhev bibînin, êdî dema wê yekê ye, rê bidin bi xweşî û aştiyane  ji hev cuda bibin û bibin hevpeymanên bi hêz bo hevdû.”