Parlamentera HDPê: Dibe ku 60 kes hatibin kuştin

Parlementerê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku li Ciziîrê di jêrzemîna avahiyekê de 30 cenazeyên şewitî hatine dîtin.

K24 – Şirnex
Parlementerê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku li Ciziîrê di jêrzemîna avahiyekê de 30 cenazeyên şewitî hatine dîtin. Sariyildiz dibêje, şopa guleyan li ser wan terman nîne û 4 cenazeyên din jî li kolanan hatine dîtin. 

Ji hêla din ve, ev 57 roj in ku li navçeya Cizîra Şirnexê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de şer û pevçûn berdewam e.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmez bi rêya telefonê bo peyamnêrê Kurdistan24ê derbarê bûyera Cizîrê de wiha got; "Di destê me de agahiya ku di jêrzemîna malekê de 60 kes hene, heye û piraniya wan kesan jî birîndar bûn. Em jî texmîn dikin ku piraniya wan hatibin kuştin. Em hewl didin ku xwe bigihînin agahiyên dawî."

Ev 10 roj in ku ji birîndarên li jêrzemînên herdu avahiyan de agahî nedihatin standin. Lê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ragihand ku wan şevê din operasyon birine ser jêrzemînan û 10 xwepêşandar kuştine.

Medya Tirkiyê jî ragihand ku li Cizîrê bi ser jêrzemîna ku birîndar têde bûn operasyon hatiye kirin û 60 endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) hatine kuştin.

Derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu da zanîn ku niha tu pêwendiya wan bi birîndaran re nîne û nizanin bûyer rast e yan nerast e.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ced2897c-6304-4ae0-88e4-d35f7aae3740/10.ism/manifest