Li Polonyayê yekemîn car pirtûkek li ser referendûmê tê çap kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Polonyayê lêkolîneke yasaya navnetewî bi navê "Pirsa mîrasgirtina Rêkeftinên Navnetewî û egera Serxwebûna Kurdistanê" tê kirin.
Derbarê vê mijarê de Ziyad Reûf Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonyayê pirtûkeke zanistî çap dike û bi navê Rêkeftinên Navdewletî yên Dualî di egera Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê (Di bin ronahiya rêkeftinên dualî yên Polonyayê) Iraq de. Ew pirtûk lêkolîneke zanistî di çaroveya yasaya navdewletî û rêkeftinameya Viyana ya sala 1978ê de ye, ku tê de komek pirsên girîng û rêkeftnameyên navdewletî hatine nirxandin.
Ji aliyeke din ve, pirtûk mijareke din li xwe digire, ew jî serhildana welateke nû ye li Kurdistana Iraqê û çawaniya wergirtina bi mîratwergirtina yasa û rêkeftinên navdewletî.
Di wê pirtûkê de lêkolîneke siyasî û yasayî li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin û behsa rewşa niha bo bangêştkirina serxwebûnê te de hatiye kirin.