Rûsya: Ti belgeh li ser armanckirina me ji sivîlan re nînin

Rûsya bersiva Şêwirmenda Almayayê da û ragihand ku, ti belgeh li ser armanckirina sivîlan ji aliyê firokeyên Rûsî li Sûriyê nînin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Rûsya bersiva Şêwirmenda Almayayê da û ragihand ku, ti belgeh li ser armanckirina sivîlan ji aliyê firokeyên Rûsî li Sûriyê nînin.

Berdevkê Krimlênê, Dîmitrî Bîskov, îro ji rojnamevanan re tekez kir ku, tevî şepêla daxuyaniyên ku dibêjin, ji ber êrîşên Rûsyayê ên li bakurê Helebê, bi hezaran kes derbider bûne, lê ti kesî belgehek pêşkêş nekiriye.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, duh li Tirkiyê ragihandibû ku, ji ber êrîşên Rûsyayê li ser bakurê Helebê, bi hezaran sivîl neçar bûne derbider bibin, ev yek jî biryarên Encûnema Asayişa Navdewletî binpê dike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Ewropî, Donald Trosk jî îro rexne li êrîşên Rûsyayê girt û got ku, êrîşn Rûsyayê bo piştgîriya Esed in, opozîsyona lîbral qels dike û şepêleke nû ji penaberan berve Ewropayê dişîne.

Ji destpêka vê mehê de, êrîşên rêjîma Sûriyê bi piştgiriya firokeyên Rûsyayê li bakurê Helebê berdewam in, ji encama şer û pevçûnan, nêzîk 50 hezar kesî ji bakurê Helebê berve sînorê Tirkiyê ve derbider bûn.