Qamişlo: Kêmbûna dermanan jiyana nexweşan dike metirsiyê

Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkên bihabûn û kêmbûna dermanên pizîşkî, rewşa nexweşan û bi taybetî nexweşên ku pêwistiya wan rojane bi dermanan heye ber bi aloziyan ve dibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/84280315-4ee7-4857-9746-f6a29cf29166/darman.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkên bihabûn û kêmbûna dermanên pizîşkî, rewşa nexweşan û bi taybetî nexweşên ku pêwistiya wan rojane bi dermanan heye ber bi aloziyan ve dibe.

Dermanfiroş Nizar Hisên ji K24ê re got: “Komgehên dermanan nirxekî buha difroşin me,em jî neçar in zêdebûnê bavêjin ser dermanan,  herweha ji berya du hefteyan de, hindek derman ji bazaran qut bûn. herwiha nirxê veguhastinê jî gelekî buha bûye.”

Seroka Desteya Tendirustiyê di Kantona Cezîrê de Ebîr Hesaf ji K24ê re got: “Em wek desteyê, me karê komgehên dermanan serast kiriye, di riya rêpêdanan de ku dê bibe mîna şopandina karê wan û çavdêriya dermanxaneyan.”

Li gorî Desteya Tendirustiyê, rêjeya ji sedî 10 li ser tevaya dermanan dê were danîn, li gel rêjeya ji sedî 25 ji aliyê dermanxaneyan ve, ku ev jî bi şêweyekî fermî hatiye sepandin.

li gorî yasaya Wezareta Tendirustiyê di hikûmeta sûriyê de, ji ber topbarandina hindek kargehên dermanan li parêzgeha Helebê, metirsiya kêmbûna dermanan di demên pêş de li cem xelkên deverê çê dibe.