Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hat damezrandin

Li gor projeya partiyên endam di kongreyê de, ew daxwaza Sûriyeke demokratîk, lîbral, parlemanî û ne navendî dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a33f0d96-dcb4-4905-b08e-add8ce02782f/hevbendek%20damezrandin.ism/manifest

 

K24-Qamişlo

Pênc partiyên Siyasî ya kurd li Rojavayê Kurdistanê bi armanca  damezrandina çarçoveyeke Siyasî ya nû, kongreyek li bajarê Amûdê li darxistin, Çarçove ya ku dê bi navê Hevbendiya Niştîmanî ya kurd li Sûriyê be, Serkirdeyên wê tekez dikin ku ew dê hevalbendiyê bi hemû hêzên Siyasî re bikin bo çareserkirna pirsa Kurd li Sûriyê.

Derbarê wê çarçoveyê de Endamê Desteya Bilin a Serkirdayetiya Tevgera Çaksazî Emced Usman ji K24ê re wiha got: "Divê Kurd wek çarçoveyeke serbixwe tevlî kongr û civînên navdewletî bibin, eger em niha sûdê ji vê derfeta dîrokî wernegrin û nakokiyên xwe ên hizbayetî çareser nekin, wê demê em dê berpirsyar bin di ber wê yekê de radkin."

Ji aliyê xwe ve Nûnerên Rêvebirya Xweser di wê kongreyê de piştgirya xwe ji wê çarçoveyê re nîşan dan û diyar kirin ku, ew pêngav  di berjewendiya gelê Kurd e ye.

Derbarbê wê pêngavê de Hevserokê  Encûmena Teşrî,î ya Kantûna Cizîrê Hekem Xelo ji K24ê wiha axifî: "Em bi hêvîne ku, ev pêngav bikeve xizmeta berjewendiyên gelê Kurd e, em dixwazin ku,  hemû rêxstin û dezgehîn Kurdî hevgirtina wan çêbe, ne tenê çend partîyên siyasî, pêwîste Kurd bi yek dengî bi yek helwestê dengê xwe bigînin aliyên navdewletî."

Partiyên ku bi navê partiyên Lêvegera Siyasî dihatin naskirin kongrê xwe bêyî beşdariya ENKS li darxistin, kongir di bin silogana çespandina nasnameya netewî ya gelê Kurd li Sûriyê di gel hemû pêkhateyên din  de birêve çû.

Li gor projeya partiyên endam di kongreyê de, ew daxwaza Sûriyeke demokratîk, lîbral, parlemanî û ne navendî dikin.