"Navenda Xumeynî ciwanên Kerkûkê dike serbazên Îranî"

Fermandeyekî Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê, tekez kir ku armanca vekirina navendekê bi navê "Îmam Xumeynî" li bajarê Kerkûkê, ew e ku ciwanên Kerkûkî bike serbazên Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandeyekî Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê, tekez kir  ku armanca vekirina navendekê bi navê "Îmam Xumeynî" li bajarê Kerkûkê, ew e ku ciwanên Kerkûkî bike serbazên Îranê.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yên Partiya Azadî ya Kurdistanê Hûsên Yezdanpena, derbarê mijarê de ji rojnameya Şerq El-Ewsetê re got: "Vekirina wê navenda Îranî li Kerkûkê di çarçoveya wan hewldanên Îranê de ye daku destê xwe deyne ser bajêr."

Bi baweriya Yezdanpena. Îran dixwaze dest deyne ser bajarê Kerkûkê daku nêzîkê sînorê Sûriyê bibe û bi vê rêya nêzîk û bilez çek û teqemeniyan bighîne rejîma Sûriyê. Yezdanpena wiha dibêje: "Navenda Werzişî û Rewşenbîrî ya Îmam Xumeynî li Kerkûkê rasterast ser bi Artêşa Quds a Îranê ye ku Qasim Suleymanî fermandarê wê ye û taybet e bi desttêwerdana welatên Erebî û rojavayê Îranê."

Hûsên Yezdanpena da zanîn ku navenda navbirî binkeyekî sîxurî ye û wiha axifî: "Ew navend kar ji bo wê yekê dike daku ciwanên bajêr bike leşker û bişîne nav rêzên milîşiyayên Heşdî Şeebî ya Iraqî, ku Artêşa Quds a Îranê serpereştiya wan dike."

Roja Çarşemba borî (10.02.2016), bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, hejmarek berpirsên din û konsulê Îranê, Navenda Werzişî û Rewşenbîrî ya Îmam Xumeynî li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hat vekirin.

Pêşmergeyên Partiya Azadî ya Kurdistanê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û ji destpêka êrîşên DAIŞê ve, mil bi mile Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê berevaniyê li ax û welatiyên Herêma Kurdistanê dikin.