Yaalon: Çareseriya herî baş parçekirina Sûriyê ye

Îsraîlê helwêsta xwe ya derbarê serkeftina agirbesta li Sûriyê de eşkere kir û ragihand ku çareseriya herî baş parçekirina Sûriyê ye.

K24 - Munchen

Îsraîlê helwêsta xwe ya derbarê serkeftina agirbesta li Sûriyê de eşkere kir û ragihand ku çareseriya herî baş parçekirina Sûriyê ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Moşe Yaalon, piştî hevdîtinên bi hevpîşeyên xwe yên Ewropî re li Munîxê peyamek pêşkeşî Kongreya Ewlekariyê kir û got: "Divê em bizanbin ku li Sûriyê dê Elewîstan, Kurdistan û Durzîstan ava bibin."

Yaalon tekez kir ku heta Îran li Sûriy; be, Sûriyê wekî bere nabe û dê nikaribe aramiyê jî pêk bîne.

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Wezareta Îstixbarata Îsraîlê Ram Barak ji radyoya Artêşa Îsraîlê re diyar kir ku çareseriya herî baş ew e ku Sûriye bê parçe kirin.

Barak wiha axifî: "Ez bawer nakim Elewiyên ku rêjeya wan li Sûriyê ji sedî 12 ye, piştî ku nîv milyon kes li Sûriyê kuştin bikaribin êdî hikim li Suniyan bikin." Barak diyar kir ku serkeftinên Artêşa Sûriyê dê krîzê çareser neke ji ber dijberên Sûriyê çekên xwe nadeynin.