Di salvegera girtina Ocalan de dikan nehatin vekirin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina girtina Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan dikan nehatin vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina girtina Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan dikan nehatin vekirin.

Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan beriya 17 salan îro (15.02.1999) li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hate girtin û di balefirxaneya wî bajarî de radestê hêzên taybet ên Tirkiyê hate kirin.

Ji girtina Ocalan ve û heta niha gelek caran agirbest û pêvajoyên çareserikirina pirsa Kurdî dest pê kirin lê hê jî li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e.

15ê sibata 1999ê, Serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Bulent Ecevît civîneke taybet ya çapemeniyê saz kir û ragihand ku serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla hêzên Tirkiyê ve hatiye girtin. Ecevît da zanîn, operasyona 12 rojan li ser 4 parzemînan pir veşartî hatiye meşandin û bi serkeftî bi encam bûye.

Ocalan di dema hikûmeta Ecevît de hat dadgehkirin û cezaya îdamê jê re hat dayîn û  li girtîxaneya Îmraliyê hat zindankirin. Ocalan bi girtina xwe re ji rêxistinê xwest endamên xwe paş ve bikêşe û agirbesta yek alî ragihîne. PKKê biryara vekişandinê da û heta zivistana wê salê 500 endamên PKKê di dema paşvekêşanê de canê xwe ji dest dan.

Dadgeheke taybet bo Ocalan li girava Îmraliyê hate danîn û di 29ê Hezîrana 1999ê de cezaya îdamê hate dayîn. Dîroka 29ê Hezîranê roja darvekirina Şêx Seîdê Pîran û 47 rêhevalên wî bû. Her wiha serhildana Şêx Seîd di 13ê Sibata 1925ê de dest pê kiribû. Bi lihevanîna dîrokan, dewleta Tirk dixwest peyamekê bide hêzên Kurdan.

Di çarçoveya yasayên beşdarbûna Yekîtiya Ewropayê de Tirkiyê yasayên xwe guhertin û cezayê darvekirinê ji nav yasayên xwe derxist. Cezayê Ocalan jî wek muebeta giran hat guhertin.

Di dema hikûmeta AK Partiyê de gelek gav derbarê agirbest û çareserkirina pirsa Kurdî de hatin avêtin. Herî dawî Newroza 2013ê Ocalan ji PKKê xwest ku çekan deynê û dest bi siyaseta demokratîk û aştiyê bike. Lê sozên ku aliyan dan hev bicih nehatin û piştî hilbijartina 7ê Hezîranê şer û alozî li Bakurê Kurdistanê giran bûn.

Bi îro re, ev 6 hezar û 210 roj in ku Ocalan di Girtîxaneya Îmraliyê de girtiye. Bo aştiyeke mayînde, alîgirên Ocalan dixwazin şertên girtina Ocalan bên başkirin û dest bi gotûbêjan bê kirin. Lê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûdoglu, dibêje careke din Ocalan û PKK wek muxatabên kêşeya Kurdî nayên girtin.

Ji aliyekî din ve îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina girtina Ocalan ji xeynî firin û nexweşxaneyan dikan nehatin vekirin.