Kirîza Sûriyê babeta sereke ya kongreya Munichê bû

Di van sê rojên borî de, zêdetir ji 450 kesayetiyên siyasî ji hemû welatên cîhanê, kongreya Munichê li Almanya beşdarbûn, kirîza Sûriyê jî babeta herî sereke bû di danûstandinên wê kongreyê de.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/08623863-d56a-4c21-b5e2-cfb7b0c55618/Munchen%20Kotai%20Hat.ism/manifest

K24- Navenda Nûçeyan

Piştî bidawî bûna Kongreya Munichê, di hundêr sê rojên borî de, kirîza Sûriyê babeta serkebû di danûstandinên wê kongreyê de, her yek ji Amerîka û Rûsyayê hev tometbardikin û nikarin şer li wî welatî rawestîne.

Piştî kongir bê encam bi dawî hat, Serokê Amerîkayê Barak Obama daxwaz ji Serokê Rûsyayê Veldemir Putin kir ku, bi hev re hevkariyê bikin,  daku çareseriyê ji wî welatî re bibînin.

Serokê kongreya Munichî di dawî ya kongriyê de, huşdarî da, eger kirîza Sûriyê çareser nebe rêjeya penaberan ber bi Ewropayê ve jî dê zêdetir bibe, diyar kir ku,  çareserkirina kirîza penaberan bi çareserkirina siyasî li wî welatî ve girêdayî.

Di van sê rojên borî de, zêdetir ji 450 kesayetiyên siyasî ji hemû welatên cîhanê, kongreya Munichê li Almanya beşdarbûn, kirîza Sûriyê jî babeta herî sereke bû di danûstandinên wê kongreyê de.