Li gundekî Iraqê siyaset, ol û çixarekêşan qedexe ne
K24- Navenda Nûçeyan
Li gundê Bûnahid yê Iraqê, çixarekêşan û axaftina bi ol û siyastê li cihên giştî hatiye qedexekirin.
Gundê Bûnahid ser bi parêzgeha Dîwaniye li başûrê Iraqê ye, xelkên wê jî li ser nîşanên hatin û çûnê û armeyên rêkalman, sloganên li dijî çixarekêşanê û qedexekirina axeftina bi siyaset û olê hildane.
Xelkên wî gundî hêvî dikin ku ew bibin nimûneyek di nav civakekê de ku, ol û siyasetê ew jihev parçe kirine.
Herwiha piştgiriya lîstina sporê û jinan dikin ji bo ku xwendina xwe bidawî bikin.