"Divê Kurd li Sûriyê mafên xwe bistînin"

Qedrî Cemîl

Cîgirê Serokwezîrê berê yê Sûriyê Qedrî Cemîl ragihand ku, di çareserkirina kirîza Sûriyê de divê mafê Kurdan neyê kêmkirin û bighin tevahiya mafên xwe, lê bi levhatin, razîbûn û hevbendî li gel pêkhateyên deverê.

Cîgirê Serokwezêrê berê yê Sûriyê Qedrî Cemîl di hevpeyvîna xwe ya ligel K24ê de derbarê pirsa Kurd de li Sûriyê wiha got: "Bi hezarên salan Kurd û Ereb di çarçoveya yek welatî de, bi hev re jiyane, Rojavayî yên dagîrker hatin, dever parçe kirin, yek welat nedane Kurdan lê 20 welat dane Ereban û pirsgirêkeke mezin li deverê peyda kirin. Ew berpirs in bi nedana mafên Kurdan, di çareserkirina kirîza Sûriyê de divê Kurd hemû mafên xwe werbgrin."

Derbarê helwesta wan di çareserkirina kirîza Sûriyê de jî Cemîl wiha axifî: "Nerîna me ji dest pêkê ve ew bû ku, çareseriya leşkerî di şerê Sûriyê de, pir şaş e û nayê qebûl kirin, çima nayê kirin?, ji ber ku xwendineke me ji kirîza Sûriyê re hebû, ew xwendin dibêje ku hevsengiya hêza xwecihî, herêmî û cîhanî rê nade çareseriya leşkerî."

Qedrî Cemîl wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: "Rewşa Navdewletî hatiye guhertin, Sûriyê ne mina Iraq û Lîbyayê ye, ji ber wê yekê me her dem banga çareseriya siyasî dikir, lê pirs ew bû çi demê em dê ber bi çareseriya siyasî ve herin, gelo piştî 10 hezar qurbanî, 100 hezar , yan 200 hezar, lê divê em biçin û pêwîste di zûtirîn dem de , di dawî yê de nerîna me rast bû, ji ber wê yekê çareseriya siyasî ya herî baş e, lewma me piştgiriya biyara NY a hijmara 2245 kir."

Qedrî Cemîl kesayetiyeke Kurde yê opozîsyona Sûriyê ye,  ji bajarê Hesekê ye, Cîgirê Serokwezîrê berê yê Sûriyê bû û yek ji damezrêner  û serkirdeyê Cebheya guhertin û rizgarkirinê ya opozîsyona wî welatî ye, herwiha Wezîrê Bazirganiya Navxweyî yê berê li Sûriyê niha li Rûsyayê dimîne.