Rojane bi hezaran otomobîl derbasî Başûr dibin
K24 – Silopî
Di salekê de 1 mîlyon 760 hezar otomobîl ji Başûrê Kurdistanê derbasî Tirkiyê bûne û hatine û ev yek, ji sedî 40 ya çûn hatina gumrukên Tirkiyê ye.
Roja Gumrukê ku, diva bû di 26ê çileyê de were pîroz kirin, ji ber operasyonên Cizîr û Silopiyê, duh li Silopî hat pîrozkirin. Rayedarên serbazî û gumrukê yên Tirkiyê beşdarî ahengê bûn.
Rêveberê Bazirganî û Gumrukê yê Rêya Hevrişîmê yê Tirkiyê, Tuncay Bayraktar da zanîn ku her roj 5 hezar otomobîlên mezin û biçûk çûn û hatina Herêma Kurdistanê dikin û di salekê de 3 mîlyon û 600 hezar rêwî di Deriyê Îbrahîm Xelîl re derbas bûne.
Bayraktar da zanîn ku di bazirganiya Iraqê de 2 mîlyar û 500 hezar dolar daketin heye û di sala 2015ê de 8 mîlyar û 500 hezar dolar bazirganî bi aliyê Herêma Kurdistanê û Iraqê re hatiye kirin.
Bayraktar got ku di hundirê salekê de 375 bûyerên qaçaxiyê hatine destnîşankirin û Tirkiyê ji vê 24 mîlyon dolar qazanc bi dest xistine.