De Mistra li Şamê hewla agirbestê dide

Netewên Yekbûyî (NY) bi dûr dizane ku di dema niha de rêkeftina rawestandina operasyonan ya li Munchenê hatibû îmzekirin, di dema xwe de li Sûriyê were cîbicîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî (NY) bi dûr dizane ku di dema niha de rêkeftina rawestandina operasyonan ya li Munchenê hatibû îmzekirin, di dema xwe de li Sûriyê were cîbicîkirin.

Berdevkê NY Ehmed Fewzî ragihand ku, Nûnerê NY yê Taybet bi Sûriyê, Steffan De Mistura duh ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim civiya û mijarên agirbestê, derbaskirina alîkariyên mirovî û danûstandinên aştiyê gotûbêj kirin.

Fewzî diyar kir jî ku, beryar e îro De Mistura careke din li Şamê ligel Muelim bicive bo birêvebirina danûstandinên aştiyê, ku biryara gera duyemîn di 25ê vê mehê de dest pê bike.

Fewzî amaje kir, bi zorê ti kes li ser mêza danûstandinan rûnane. Hin hêz hene bandora xwe li aliyên nakok dikin, De Mistura hewla vê yekê dide.

Roja Îna borî li Munchenê rêkeftina rawestandina operasyonan li Sûriyê hat ragehandin. Lê heta niha nehatiye cîbicîkirin.

Ji ber berdewamiya bombebarankirina bajaran û nehiştina derbasbûna alîkariyên mirovî, danûstandinên Cenêv3 bo 25ê vê mehê hat paşxistin.