YPG bo Davutoglu: Emê Ezazê jî bigrin

Seokwezîrê Tirkiyê gotibû ku, ew dê bi hemû awayan nehêlin ku Ezaz bikeve.

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tekez dikin ku, ew dê Ezazê jî bigrin û rê li ber grûpên radîkal bibirin.

Piştî girtina gundê Til Rifatê, tenê 10 kîlo metir li pêşiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku YPGê pêkhateya wê ya serekî ye, maye da bigihin Ezazê.

Duh, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ragihandibû ku, ew dê bi hemû awayan rêgiriyê li ketina Ezazê bigrin.

Di bersiva van daxuyaniyên Davutoglu de, Fermandeyê YPGê, Rêdûr Xelîl wiha got: “‘Sûriye ne di bin fermana Davutoglu de ye, bila dev ji gefxwarinê berde. Em ê Ezazê hildin û terorîstan ji riya îkmalê biqetînin.”

Ev çend rojin jî ku artêşa Tirkiyê gundên bakurê Helebê û derûdora Efrînê yên di bin kontrola HSDê de topbaran dike, herî dawî jî gundê Til Rifatê daye ber topan.

Pêşdeçûna HSDê niha li ser hisabê navçeyên di bin kontrola Eniya el-Nusreyê de ye, ku Ezaz jî di bin kontrola wê de ye.