Siyaseta Tirkiyê ya li dijî PYDê hat rexne kirin

Operasyona Tirkiyê ya leşkerî y li dijî PYDê di rojeva Parlamentoya Tirkiyê de mijara serekî bû. Serkokê partiyên siyasî pirsa “gelo Tirkiye dikeve şer” nirxandin.

Adnan Gerger / K24 - Enqere

Operasyona Tirkiyê ya leşkerî y li dijî PYDê îro di rojeva Parlamentoya Tirkiyê de mijara serekî bû. Serkokê partiyên siyasî pirsa “gelo Tirkiye dikeve şer” nirxandin. Hikûmeta AKPê wekî “bêşiûr” hat suçdar kirin. AKPê jî li beramberî vê yekê diyar kir ku ew ê helwêsta xwe ya li dijî PYDê berdewam bike.

Serokê partiyên siyasî di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser şerê bêjeyî yê li dijî Sûriyê. Di koma AKPê de jî hate diyar kirin ku ew ê nebin sedema şerê li Sûriyê û herwiha hate gotin ku hikûmeta AKPê hevalbendê herî nêzîk ê Kurdan e.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got: “Bila tu kes Kurdan îstîsmar neke. Dewleta Kurdên ku li vî welatî dijîn heye, ew jî dewleta Komara Tirkiyê ye. Her li ku bin ew birayên me ne. Hevalbendê herî nêzîk yê Rêveberiya Herêma Kurdên Iraqê kî ye? Piştevanê hemû Kurdan Komara Tirkiyê ye.”

Li koma CHPê, hikûmeta AKPê hat hişyar kirin û her wiha gotinên Davutoglu yên li ser polîtîkayên neteweyî jî hatin rexne kirin. Li ser mijarê Serokê Giştî yê CHP Kemal Kılıçdaroglu wiha axifî: “Qaşo netewî ye. Herkes dixwaze Tirkiyê bixe nava şer, ew jî hema li ber hincetan in. Tûyê zarokên xwe jî bişîne eniya vî şerî? Naxwe hingê tê li ber çavê min bibe netewî.”

Di nava koma HDPê de li dijî polîtîkayên AKPê yên li himberî PYDê reaksiyoneke mezin hat nîşandan. Hate gotin ku sedema rewa ya tevgera leşkerî dijminatiya Kurdan e. Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag got: “Ecêba giran e, rêzika angajmanan ne li dijî rêxistinên terorê lê li hemberî hêzên rewa yên gelê Kurd tê bikaranîn. Nikarin vê yekê ji cîhanê re rave bikin.”

Di koma MHPê de jî hat îdia kirin ku bi êrîşa li dijî PYDê Tirkiye amadekariya operasyonên bêjeyî dike da ku bikeve Suriyê. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî mijar wiha nirxand: “Ma qey Tirkiye Komara mûza ye? Berî ku parlamento destûrê bide, ajotina Tirkiyê ya bo şer û amadekirina raya giştî ya ji vê yekê re jî bêhişî ye.”

Her wiha di komcivînên partiyên siyasî de li ser kêşeya penaberan jî hate rawestandin û hate diyar kirin ku derbarê penaberiyê de Tirkiye nikare bi barekî girantir re rûbirû bimîne.