Îran: 7378 kes bi AIDSê mirine
K24- Navenda Nûçeyan
Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê, di sala borî de 7 hezar û 378 kes li Îranê bi nexweşiya AIDSê mirine.
Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Îranê, Mihemed Hacî Aqacanî di daxuyaniyekê de ji ajansa ÎLNAyê re got ku, heta niha 30 hezar û 183 kesên hilgirê vîrosa HIV (AIDS) di Îranê de hatine naskirin.
Li gor daxuyaniya Aqaçanî, niha 9 hezar û 394 kes ji nexweşên AIDSê tên dermankirin.
Berpirsên Wezareta Tendirustiyê berî niha ragihandibûn, ku 28 hezar û 633 kes bi AIDSê ketine, lê tê texmîn kirin ku zêdetir ji 100 hezar kesî di Îranê de nexweşiya AIDSê hebin.