De Mistura: Emê rastiya rêjîmê biezmûnin

Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê radigehîne ku, rêxistina navdewletî dê îro alîkariyên mirovî bigehîne deverên dorpêçkirî yê Sûriyê. Emê rastiya rêjîmê biezmûnin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê radigehîne ku, rêxistina navdewletî dê îro alîkariyên mirovî bigehîne deverên dorpêçkirî yê Sûriyê. Emê rastiya rêjîmê biezmûnin.

Nûnerê Taybet bi Sekreterê Giştî yê NY Steffan De Mistura, piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve Welîd Moelim di konfiranseke rojnamevanî de li Şamê, ragehand ku, ji erkê hikûmeta Beşar Esed e rê bi alîkariyên mirovî de ku bigihin deverên dorpêçkirî.

De Mistura got jî: “Sibe emê rastiya Sûriyê biezmûnin.”

De Mistura amaje kir ku, deverên dorpêçkirî ne tenê ji aliyê rêjîmê ve, lê opozîsyon û DAIŞ jî siyaseta dorpêçkirina deveran dike.

Roja Îna borî li Munchenê rêkeftina rawestandina operasyonan û derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî li Sûriyê hat ragehandin. Lê heta niha nehatiye cîbicîkirin.

Siyaseta dorpêçkirina deveran, bûye çekek ku hemû aliyên krîza Sûriyê bikar tîne. Li gor amarên NY ku, bêhtirî 487 hezar kes li Sûriyê di dorpêçê de ne, 4.6 milyon kes jî alîkariyên mirovî nagihin wan.