Pintagon: Seûdîye jî burûmana Daiş dike.

Gotebêjê Wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pintagon) ragehand: Erebistana Seûdîye jî pişkdarîyê li burdûmana çekdarên Daişê dike û ji seretaya evê heftîyê ve despêkirye.

K24- Hewlêr:

Gotebêjê Wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pintagon) ragehand: Erebistana Seûdîye jî pişkdarîyê li burdûmana çekdarên Daişê dike û ji seretaya evê heftîyê ve despêkirye.

 Wezîrê Berevanîya Emerîkayê, Aşton Karter pêşwazî ji pêngava Seûdîye kir û bi pêkoleka Erênî dazanîn.

Seûdîyeyê, berê li ser zarê wezîrê Berevanîya xwe ragehandibû, amadeye hêzên hişkayê bişîne Sûryayê heya bikare rasterast şerrê Daişê bike. Di vê çarçoveyê de Tûrkîya hev helwîste li gel Seûdîye û daxwaz dike hêzên hişkayê bihên şandin bo Suryayê.

ji  meha bûrî ve Seûdîye pêkolên xwe li Yemenê çir û pir kirine daku bikare çekdarên Hosî bişkîne.

Pîter Kok Gotebêjê wezareta berevanîya Emerîkayê ragehand: Ji destpêka vê heftîyê ve Seûdîye  di çarçoveya Hevpeyamanîya Nêvdewletî de li dijî Daişê  bi serokatîya Emerîka  pişikdarî li Burdûmana ser Sûryayê kirîye.

Wezareta Berevanîya Emerîkayê ti zanyarîyên zêdetir nedan li ser dem û cihê burdûmanên Seûdîyeyê.

Di heftîya bûrî de  Karter ragehandibû, Seûdîyeyê divêt rola xwe berfirehtir bike di Hevpeyamnîya Nêvdewletî de li dijî Daişê.

Jêder: Royterz.