Encûmena Asayişê ji êrîşên Tirkiyê li ser YPGê nîgeran e

Encûmena Asayşa Navdewletî dilgiraniya xwe li hember topbarana Tirkiyê li ser hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayşa Navdewletî dilgiraniya xwe li hember topbarana Tirkiyê li ser hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Serokê demkî ya Encûmena Asayişa Navdewletî, Balozê Venezuelayê Rafael Dario Rameraz, piştî civîna Encûmana Asyaişê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, di civînê de hemû endaman ji topbarankirina Tirkiyê ji YPGê nîgeraniya xwe derbirîn û daxwaz ji Tirkiyê kirin, ku pabendî qanûna navdewletî bibe. 

Ev çar roj in ku, artêşa Tirkiyê navçeyên di bin kontrola YPG û HSDê de li Efrîn û bakurê Helebê topbaran dike.

HSD ev çend roj in li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kiriye, di 11 vê mehê de firokxaneya Minigê ya leşkerî girt, herwiha bajrokê Til Rifat û Mariê ji destê Eniya el-Nusrayê derxist.

Tirkiye, Rûsyayê tohmetbar dike ku, êrîşî bakurê Helebê de, bi vê yekê jî tawanekê li dijî sivîlan dike, ku bi dehan kes hatine kuştin. Herwiha Tirkiyê hişyarî da YPGê ku berve sînorê wê netê.