HSD li ser rizgarkirina gundên navçeya Holê berdewam e

Peyamnêrê K24ê aşkere kir ku, di hundirê du rojan de 5 gund hatine rizgarkirin, diyar kir ku, hemû welatiyên wan her du gundan ji eşîra El-Hezîm ya Ereb in.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî rizgarkirina gundê Xerîsiyê li navçeya Holê, ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratik(HSD) ve, her yek ji gundê Setem Elhemad û Xemîs El-Emo jî ji aliyê hêza navborî ve, hatin rizgarkirin.

Derbarê rizgarkirina wan gundan peyamnêrê K24ê li Qamişlo tekez kir ku, HSD di pêşveçûnên xwe de, li navçeya Holê û bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî berdewame, herwiha karîn derengiya şeva borî her du gundê Setem El-hemad û Xemîs El-Emo ji çekdarên DAIŞê paqijbikin.

Peyamnêrê K24ê aşkere kir ku, di hundirê du rojan de 5 gund hatine rizgarkirin, diyar kir ku,  hemû welatiyên wan her du gundan ji eşîra El-Hezîm ya Ereb in.

Pêşveçûnên YPGê û HSD di demê de tên ku, li Parêzgeha Helebê jî hêzên navborî karîn bajarokê Tel Rifet û çendîn gundên din ji DAIŞê rizgar bikin.