Îdîa: Li Enqerê dê êrîşeke din dijî artêşê were kirin

Tê îdiakirin ku dê li Enqereya paytexta Tirkiyê êrîşeke din were kirin û derbarê vê yekê de îstixbarat hatiye komkirin.

K24 - Enqere

Tê îdiakirin ku dê li Enqereya paytexta Tirkiyê êrîşeke din were kirin û derbarê vê yekê de îstixbarat hatiye komkirin. Parlamenterê MHPê yê Dîlokê Ûmit Ozdar îdî akir ku wê DAIŞ li Enqerê êrîşeke din bike.

Li parlamentoya Tirkiyê bo prostestokirina teqînê çalakiyek hat kirin. Di çalakiyê de, hat ragihandin ku kêmasiya polîsan û îstixbaratî heye û bi van êrîşan tê xwestiin li seranserî Tirkiyê “Rewşa Awarte” were ragihandin.

Parlamenterê MHPê yê Dîlokê Ûmit Ozdag da zanîn ku beriya mehekê wî gotiye dê êrîşeke mezin li Enqerê were kirin lê belê digel vê yekê rê li ber vê êrîşî nehatiye girtin û got: “Mixabin bergiriyên ewlekariyê baş nehatine wergirtin. Niha êrîşek pêk hat û DAIŞ jî di amadekariya êrîşeke din a mezin de ye. Em dizanin ku DAIŞ li benda firsetekê ye ku êrîşî Hêzên Çekdar ên Tirk bike.”

Parlamenterên AKPê jî êrîş wekî êrîşeke li dijî yekîtiya Tirkiyê nirxandin û diyar kirin ku ev bi tenê ne kêşeya wan e lê kêşeya hemû cîhanê ye û erîşên bi vî rengî nikare rê li ber wan bigire.

Di vê derbarê de Parlamenterê AKPê yê Kirşehîrê Salih Çetinkaya wiha axifî: “Tu hêz nikare armanca 2071 ya deshilatdariya AKPê pûç derxe. Bila herkesek hay ji vê yekê hebe, li welêt û li derveyî welêt em ê bi awayekî xurt di dijî terorê têbikoşin.”

Li aliyê din, di demeke ku AKP dixwaze operasyoneke bejayî bibe ser axa Sûriyê, pêkanîna êrîşeke wiha wekî êrîşeke balkêş ku armanca Tirkiyê beravajî bike hate nirxandin.