Luksemburg: Bila Tirkiyê pişta xwe bi NATOyê girênede

Wezîra Derve ya Luksemburgê derbarê nakokiyên Rûsya û Tirkiyê de daxuyaniyek da.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Luksemburgê, Jean Asselborn di derheqê krîza di navbera Tirkiyê û Rusyayê de got: “Heke Tirkiyê Rusya provakator bike NATO pişta Tirkiyê nagire.”

Jean Asselborn di daxuyaniyekê de ji govara Der Spiegel ya Almanî re got: “Ji bo krîza di navbera Tirkiyê û Rusyayê de pêwîst e NATO bê alî be û nekeve nava vê pirsê. Pêwîst e ji vê pirsgirêkê dûr bisekine. Tirkiyê jî bila pişta xwe bi NATOyê ve girênede.”

Asselborn bal kişande ser madeya 5an a peymana NATOyê û wiha anî ziman: “Ji bo ku madeya 5an were cîbicîkirin, pêwîst e endamekî NATOyê rastûrast û bê nîqaş rastî êrîşekê were. Eger na, cîbicîkirin vê madeyê ne mimkun e.”

Têkiliyên Tirkiye û Rusyayê piştî ku balafireke Rusyayê li ser sînorê Tirkiye hate êxistandin, xira bûbûn, heta niha jî rewşa di navbera her du welata de aloz e.