Obama: Divê YPG aloziya li Sûriyê wek derfet nebîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi rêya telephone li ser rewşa Sûriyê û topbarankirina navçeyên di jêr kontrola YPG û HSDê de axifîn. Obama ji Erdogan xwest ku êrişên xwe yên dijî YPGê bidin rawestandin û hişyarî jî da YPGê.
Qesra Spî doh eşkere kir ku Serok Obama û Erdogan bi telefonê li ser rewşa Sûriyê, kirîza YPGê û teqîna vê dawiyê ya Enqerê axifî ne.
Di daxuyaniya Koşka Spî de tê gotin ku Obama hişyarî daye YPGê û gotiye; "Nabe YPG aloziya li Sûriyê ji xwe re wek derfet bibîne û deverên nû kontrol bike."
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Emerîkayê Barack Obama ji Erdogan jî xwestiye ku divê Tirkiye li ser xwe be û êrişên li dijî çeperên YPGê bide rawestandin.
Koşka Spî herwiha ragihand ku Obama li hember pêşdeçûnên hêzên rêjîma Sûriyê yên bi piştevaniya Rûsyayê nerazîbûn nîşan daye û bang li Sûriye û Rûsyayê kiriye daku êrişên dijî hêzên opozîsyonê bidin sekinandin.