Rexnegirê Îtalî canê xwe ji dest da

Nivîskar, zanyar û rexnegirê navdar ê Îtalî Umberto Eco canê xwe ji dest da. Eco di nav lîsteya 100 entelektûlê cîhanê de cîh digirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar, zanyar û rexnegirê navdar ê Îtalî Umberto Eco canê xwe ji dest da. Eco di nav lîsteya 100 entelektûlê cîhanê de cîh digirt.

Nivîskarê Îtalî Umberto Eco di 84 saliya xwe de canê xwe jidest da. Eco ji ber nexweşiya penceşêrê ev demek bû li nexweşxaneyê dihate dermenkirin.

Umberto Eco weke yek ji zanyarê mezin ê sedsala 20an dihate qebûlkirin. Eco heta niha jiber karê xwe gelek xelatên navneteweyî girtine. Herwiha Îtalya, Elmanya û Fransayê jî xelata nîşana dewletê dane Eco.

Pirtûka nivîskar ''Navê Gûl'' wergeriyaye ser gelek zimanên cîhanî û di tevahiya cîhanê de bi milyonan hatiye firotin. Umberto Eco sala 2005ê di lîsteya mirovên entelektûl ê cîhanê de di rêza duwem de cîh girt.