“Derfet hebû ew kesên di jêrzemînan bihatana rizgarkirin”

Heta niha li Cizîrê ji jêrzemînan 165 term hatine derxistin û 20 ji wan jî bo morgên Dîlokê hatine şandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heta niha li Cizîrê ji jêrzemînan 165 term hatine derxistin û 20 ji wan jî bo morgên Dîlokê hatine şandin.

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mehmûd Toxrul, li Dîlokê civîneke çapemenî li dar xist û da zanîn, piştî ku hat ragehandin li Cizîrê operasyona leşkerî bi dawî bûye, ji 5 jêrzemînan 165 term hatine derxistin.

Toxrul da xuyakirin, derfet hebû ku ew kesên di jêrzemînan de asê mabûn, bên rizgarkirin, lê hemû hatin kuştin.

Toxrul got, heta niha, 28 term bo Rihayê, 71 bo Xabûrê, 13 bo Şirnexê, 20 bo Dîlokê, 17 bo Mêrdînê, 16 bo Cizîrê hatine şandin.

Toxrul da zanîn, tenê 4 dozgeran li Dîlokê otopsiya 20 terman kirine û banga tu malbat û parêzeran nehatiye kirin.

Toxrul got, dewlet diwxaze wan terman gavek zûtir veşêre, û ev pêkanîn dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ne.