Li Hezex û Sûrê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê navçeyên Hezex û Sûrê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Sererkeniya Tirkiyê ragihand ku, îro danê sibê li bajarê Diyarbekirê navçeya Sûrê, di navbera hêzên ewlekariyê û endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSyê de şer derket.
Di encamê de 3 leşker bi giranî birîndar bûn û li nexweşxaneyê hatin veguhestin. Lêbelê 2 leşker danê nîvro canê xwe ji dest dan.
Sererkaniyê herwiha diyar kir ku, di encama şer û pevçûnên li navçeya Hezexê jî leşkerekî wan canê xwe ji dest daye.
Li navçeya Surê ev 82, li Hezexê jî ev 5 roj in derketina kolanan qedexe ye, şer û pevçûnên dijwar rû didin.